Derbarê me

Bashi çi ye?

Bashi xizmeteke dîjîtal e ku tu dikarî bi rêya wê bi rihetî semptom û nîşaneyên xwe bi rêya pirsên me şirove bikî.
Di kêmtir ji 60 çirkeyan da tu yê şîretek ji bo çavdêriya li malê (xwe-çavdêrîkirin), kirrîna li dermanxaneyê an jî serdana bijîşk wergirî. Em bi raberkirina hin zanyariyan derbarê vê yekê ku kengî û çawa dikarî li dû çavdêriyê bî, zêdetir rê nîşanî te didin.

Bashi ji aliyê wan bijîşk, hemşîre û parêzeran va hat damezirandin ku ji nêzik va dîtine ku çi tê serê nexweşan û rêzên çavdêriyê di dema ku nexweş rastî dabînkerên çavdêriyê yên nedurist tên an jî di dema xwe da li dû alîkariyê naçin.

Bashi bêpere û belaş e û hewcetiyek bi têketinê (log in) tune. Em bi dehan zimanî alîkariya te dikin. Armanca me ev e ku heta radeya pêkan rê nîşanî gelek kesan bi zimanên herî zêdetir bidin.

Bashi di dema niha da bi van zimanan li ber dest e:

Türkçe
Soomaali
Español
English
Svenska
العربية (Arabiska)
فارسی (Persiska)
Polski
Kurmancî
Srpski/Hrvatski/Bosansk - latinica