Kompaniya BumbiPower AB bi jimareya nasnameya 8710-559173 (ji vir şûnde "BumbiPower") rêzê li parastina nepeniya we digire û hewl dide ku hûn li ser awayê ku em daneyên weya kesane pêvajo dikin, piştrast bin. Me hemû tedbîrên maqûl û kêrhatî ji bo parastina daneyên we yên kesane pêk anîne. Ev siyaseta nepenîtiyê diyar dike ka BumbiPower çawa daneyên weya kesane dema ku hûn xizmetên me bikar tînin, pêvajo dike. Hevdem ew mafên ku we li ser me hene û çawaniya karanîna wan mafan şirove dike.
BumbiPower derheqê pêvajoya daneyên weya kesane de ku ji aliyê me ve pêk tê, kontrolker e. Bi karanîna xizmetên me, hûn dipejirînin ku daneyên weya kesane dê wekî ku di siyaseta nepenîtiyê de hatiye destnîşan kirin, werin pêvajo kirin.
Eger hûn bashi.se bikar tînin ji bo hêsankirina têkilî û hevdîtinên bi dabînkerên lênêrînê re, dabînkerê lênêrînê kontrolkerê pêvajokirina daneyên kesane ye ku di dema têkiliyê de ji bo ku lênêrînê ji we re radest bike pêk tê.
Daneyên şexsî: Her agahiya ku dikare rasterast an nerasterast bi kesek xwezayî ya zindî ve têkildar be. Hinke nimûne ji daneyên kesane di nav de nav, jimareya nasnameya kesane, navnîşana emailê û wêneyên ku nasnameyê çalak dike hene.
Pêvajoya daneyên kesane: Têgehek ku ji bo danasîna her rewşek ku daneyên kesane bi rengek ji aliyê kompaniyayek, desthilatdariyek hukûmetê an rêxistinek ve têne rêve kirin an pêvajo kirin, tête bikar anîn. Hin nimûn ji pêvajo kirina daneyên kesane pêk tên ji berhevkirin, bikar anîn, qeyd kirin, eşkerekirin û jêbirinê.
Dema ku hûn hesabek li ser bashi.se qeyd dikin
Astbendiya daneyên we yê şexsî | Jimareya nasnameya kesane, nav, hejmara telefonê, navnîşan. |
Pêvajo | Em agahiyên ku hûn bi me li dema vekirina hesabek bikarhênerî radest dikin û piştî ku hûn wan xizmetan bikar tînin, pêvajo dikin. |
Armanc | Dabînkirina îmkana karanîna xizmetan, wekî bikarhênerek, û eger pêwîst be, rezerva serdanyekê bi lênêrînê re û çêkirina têkiliy û danûstendinên bi lênêrînê re. |
Bingeha hiqûqî | Peyman (Xala 6.1 b ya GDPR). |
Qeyd bike/jêbirin | Daneyên we yên kesane dê salek were qeyd kirin. |
Dema ku hûn Xizmetan bikar tînin û bi rêya bashi.se serdanyekê ji lênêrînê re vediqetînin
Astbendiya daneyên we yê şexsî | Hejmara nasnameya kesane, nav, jimareya têlefonê, navnîşan, daneyên tenduristiyê (danasîna nîşanan), agahiya li ser ka hûn xizmetê çawa bikar tînin. |
Pêvajo | Agahî rasterast li ser bingeha agahiya ku hûn di dema karanîna xizmetê de dinivîsin û hûn çawa xizmetê bikar tînin, ji we tên berhev kirin. Her weha agahî ji Qeyda Navnîşana Kesane ya Dewleta Swêdê (SPAR) jî tê wergirtin. BumbiPower daneyên kesane bi dabînnkerên din yê lênêrînê re parve dike. |
Armanc | Dabînkirina îmkana karanîna xizmetan, wekî bikarhênerek, û eger pêwîst be, rezerva serdanyekê bi lênêrînê re. Amadekirina gehîştina dabînkerê lênêrînê ji daneyên weya kesane re ku dihêle lênêrînê doza we bi taybetî bi we ve girêde. |
Bingeha hiqûqî | Peyman (Xala 6.1 b ya GDPR). |
Qeyd bike/jêbirin | Daneyên kesane ji bo du salan têne qeyd kirin. |
Rûpelên min di bashi.se de
Astbendiya daneyên we yê şexsî | Hejmara nasnameya kesane, nav, jimareya têlefonê, navnîşan, daneyên têkildarî tenduristiyê (danasîna nîşanan û belgeyên ku ji aliyê dabînkerên lênêrînê ve têne şandin). |
Pêvajo | Agahî li ser bingeha agahiya ku hûn di dema karanîna Xizmetên Rezervê de lêdixin ji we têne berhev kirin, an jî piştî ku dabînkerek lênêrînê di dema danişînê de ji we re belgeyan dişîne, têne qeyd kirin. BumbiPower daneyan diparêze, lê bi tenê hûn dikarin di "Rûpelên Min" de bigehin agahiyên xwe. |
Armanc | Ji we re, wek bikarhêner, şêyana ku hûn agahiyan li ser têkiliyên lênêrîna xwe û belgeyên ku ji aliyê dabînkerên lênêrînê ve ji we re hatine şandin, dabîn dibe. |
Bingeha hiqûqî | Peyman (Xala 6.1 b ya GDPR). |
Qeyd bike/jêbirin | Daneyên we yên kesane dê salek were qeyd kirin. |
Dema ku serdana bashi.se (kokiyan) bikin
Astbendiya daneyên we yê şexsî | Bashi daneyên kesane yên wekî jimareya nasnameya kesane, paşnav, nav, hûrguliyên navnîşan û jimareya têlefona desta qeyd dike. Em hevdem kokiyên civînan jî radigirin (em kokiyan-yan bikar tînin da ku fonksiyonên malperê bi rêkûpêk bixebitin). Kokî li bashi.se agahî li ser cîhê erdnîgarî, pirsname (pirs û bersiv), zimanê we yê hilbijartî li ser malperê, û agahiya ku ji SPAR (nav, paşnav, navnîşan, bajar, koda zip) hatî wergirtin berhev dikin. Li vir hûn dikarin li ser kokiyên me û awayê ku em wan bikar tînin bêtir bixwînin. |
Pêvajo | Bikaranîna kokiyan. |
Armanc | Em kokiyan (pelên nivîsê yên piçûk ên ku daneyên ji rûpelên webê yên ku we berê serdana wan kirine) berhev dikin. Armanca arastekirina bikarhêner ber bi beşên têkildar ên malperê ve, dabînkirina ku malper di gerokên cihêreng û cîhazên cihêreng de xwedan xuyangek domdar e, û dihêle ku malper bi rêkûpêk bixebite. |
Bingeha hiqûqî | Razîbûn (Benda 6.1a ya GDPR). Razîbûn dikare were paşxistin. Ji bo bêtir agahî, ji kerema xwe serî li siyaseta meya kokiyan Li vir bidin. |
Qeyd bike/jêbirin | Ji bo bêtir agahîya li ser pêvajo kirinê/ jêbirinê, ji kerema xwe serî li siyaseta meya kokiyan-yê Li vir bidin. Li vir bidin. |
Ji bo ku xizmet bi rêkûpêk tevbigerin, carinan pêwîst ye ku operatorên din bigihîjin daneyên weyên kesane. Ji bo nimûne, dema ku serdanyekê rezerv dikin an jî bi riya bashi.se civînek vîdeoyê li dar bixin, dê daneyên we yên kesane bi dabînkerên lênêrînê yên têkildar re werin parve kirin. Di rewşên weha de, gihîştina daneyên weya kesane dê ji xebatkarên lênêrînê re yên ku lênêrîna we radest dikin û/an tevlê lênêrîna we ne, an jî yên ku ji bo karê xwe hewceyê daneyên we ne, were radest kirin. . Wekî din, dibe ku daneyên weya kesane bi pêvajoyên din ên ku em bikar tînin ji bo birêvebirina xizmetên xwe yên IT-ê (di nav tiştên din de) re were parve kirin.
Dema ku em daneyên weya kesane bi aliyek sêyemîn re parve dikin, em tedbîrên teknîkî û rêxistinî yên pêwîst bicîh tînin da ku piştrast bin ku daneyên weya kesane bi rengek ewle têne veguheztin û rêvebirin.
Li ser bashi.se lînkên ji bo havparên karsaziyê hene. Dema derketina bashi.se, BumbiPower êdî ne berpirsiyar e li ser berhevkirina daneyên kesane yên ku li ser malpera dabînkerê lênêrîna têkildar û di çarçoveya xizmetên wan de tê radest kirin. Ji bo agahiya di derbarê berhevkirina daneyên kesane, maf û şert û mercan de, BumbiPower we şert û merc û siyasetên her havparê karsaziyê şirove dike. BumbiPower ti daneyên kesane ji havparên karsaziya têkildar re venaguheze.
BumbiPower û pêvajoyên ku ji aliyê BumbiPower ve têne beşdar kirin dê tenê daneyên weya kesane li Yekîtiya Ewropî / EEA pêvajoyê bikin. Hemî pêvajo, tevî qeyd kirinê, bi taybetî li ser serverên Swêdî pêk tê.
Dema ku em daneyên weya kesane pêvajo dikin, mafên we li ser me hene. Li jêr kurtebirrînek ji van mafan heye:
Mafê bidestxistina agahiyan: Wekî xala destpêkê, hûn dikarin belgeyek qeydkirina belaş bixwazin. Bi gotinek hêsan, ev kopiyek daneyên kesane ye ku em di derbarê we de pêvajo dikin, çawa dane têne bikar anîn û bi kîjan komên din re dane têne parve kirin (eger pêwîst be).
Mafê serrastkirinê: Bi giştî, mafê we heye ku hûn serrastkirina daneya xelet an netemam daxwaz bikin.
Mafê jêbirinê: Di hin rewşên taybet de, mafê we heye ku hûn daxwaza jêbirina daneyên kesane yên xwe bikin.
Mafê sînorkirina pêvajoyê: Dibe ku mafê we hebe ku hûn daxwaza sînordarkirina pêvajoya daneyên xwe yên kesane bikin. Ji bi nimûne, eger we daxwaza serrastkirinê kiribe û hûn dixwazin ku pêvajo bi wextê ku ji bo çavdêrîkirina me pêwîste sînordar be, û eger pêwîst be, daxwaziya we bicîh bînin.
Mafê veguhestina daneyê: Eger em daneyên weya kesane li ser bingeha peymanek an razîbûnê bişopînin, di hin mercan de, mafê we heye ku hûn daneyên kesane yên ku we ji me re pêşkêş kirine bistînin. Eger hûn bixwaze, û eger ji aliyê teknîkî ve gengaz be, dibe ku em daneyan rasterast ji kontrolkerek din re veguhezînin.
Eger hûn dixwazin mafên xwe bi kar bînin, ji kerema xwe bi me re bi rêya emaila privacy@bashi.se têkilî daynin. Ji kerema xwe bala xwe bidin ku tu yek ji wan mafên ku li jor hatine destnîşan kirin mutleq nînin. Bi gotineke din, gengaze di hin mercan de em daxwaza we red bikin. Ji bo nimûne, eger ji aliyê qanûn an peymanê ve ji me hatibe xwestin ku daneyên kesane yên têkildar ragirin, dibe ku daxwaza ji bo jêbirina daneyan were red kirin.
Eger hûn bawer dikin ku em daneyên weya kesane bi şaşî pêvajo dikin, mafê we heye ku hûn giliyê xwe bidin Daîreya Parastina Nepenîtiya Swêdê (IMY).
Gelo qet pirsên we hene ka daneyên weya kesane çawa têne pêvajo kirin? Di vê rewşê de, hûn dikarin bi emaila dpo@bashi.se bi berpirsiyarê me yê parastina daneyan re têkilî daynin.
Herwusa hûn dikarin rasterast bi rêya agahiya pêwendiya jêrîn bi me re têkilî daynin:
BumbiPower AB
Tegnérgatan 6
113 58 Stockholm
Gengaze ku carinan em vê siyasetê nûve bikin. Eger em guhertinên giring di vê siyasetê de bikin, em ê ser wan guhertinan de agahiyên cûda bidin we.
Bi rêya Bashi, hûn dikarin piştgirî, şîret û rênima bi dest xistina bo dîtina pêşkêşkarên tenduristî û çavdêriya xweserî, Herikîna pirsiyar û amajên têkildar ji hêla pisporên çavdêriya tenduristî yên destûrdar ve hatine pêşxistin û agahiyên giştî li ser çavdêriya tenduristî û bijîjkî vedihewîne. Lê tevlî wê çendê, Bashi ne dabînkerê çavdêriya tenduristiyê ye û pirs li gorî mercên kesî yên we nayên gunca kirin. Pirsên di herikînê de nikarin cih bigrin li şiwîna têkiliya kesî bi çavdêriya tenduristî û bijîjkî . nabe ku ev xizmet di rewşa awarte ya lezgîn a çavdêriya tenduristî de were bikaranîn . Di rewşa awarte de her dem peywediyê bi jimara 112 bikin!
Zêdetir li ser Mercên Bikaranînê li vir bixwînin Li vir.